18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

Endama Jineolojiyê Newroz ku ji Katalonyayê tevlî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bû, diyar kir ku Jineolojî lênêrîneke cuda li têkoşîna wê daye qezenckirin.

Endama Jineolojiyê ku ji Katalonyayê tevlî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bû ku li bajarê Haelen ê Hollandayê bi dirûşmeya “Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komunal ve” hate lidarxistin, pêvajoya naskirina xwe ya Jineolojiyê, tecrubeyên xwe yên di têkoşîna azadiya jinan û guhertina ku di xebtên wan de kiriye, ji ANF’ê re nirxand.

Newroz diyar kir ku ew li Katalonyayê di nava tevgera femînîst de têkoşînê meşandiye û anî ser ziman ku eleqeya wê ya ji bo tecrubeyên Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê û şoreşa li Kurdistanê pêş ketiye, Jineolojiyê pê daye nasîn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse