AMED — Hevseroka DFG’ê Kesîra Onel işaret bi rola medyayê ya di pêvajoya aştiyê de kir û anî ziman ku rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e.
- Ji 27’ê Sibata 2025’an û vir ve 190 rojnamevan hatin binçavkirin, 59 rojnamevan hatin girtin.
- Li 121 rojnamevanî bi giştî 134 sal, 6 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hate birîn.
- 251 malperên înternetê hatin girtin û qeyûm li ser TELE1 û Halk TV hatin danîn.
Zext û Binpêkirinên Li Sektorê
Hevseroka DFG’ê Kesîra Onel işaret bi rola medyayê ya di pêvajoya aştiyê de kir û anî ziman ku rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e. Li gorî daneyên ku Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) mehane eşkere dike, ji 27’ê Sibata 2025’an û vir ve 190 rojnamevan hatin binçavkirin, 59 rojnamevan hatin girtin, li 51 rojnamevanan kiryarên xerab hate kirin. Piştî destpêkirina Banga Aştî û Civaka Demokratîk zexta edlî ya li hemberî rojnamevanan dewam kir. Di herikîna pêvajoyê de 136 rojnamevan ketin ber lêpirsînê, 99 ji van dosyayan hate xistin. Di encama darizandinê de li 121 rojnamevanî bi giştî 134 sal, 6 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Her wiha bi giştî 187 hezar 302 TL cezayê pere li rojnamevanan hate birîn. Heta 3’ê Mijdara 2026’an 2 rojnamevan li malê hatin ragirtin, hejmara rojnamevanên li girtîgehan jî bû 33 kes.
Sansur, Qeyûm û Astengiyên Li Ser Medyayê
Di vê demê de binpêkirineke din li qada sansurê bû. Hesabên li platformên medya dîjîtal ên weke X û Instagramê hate astengkirin. Li gorî daneyan 251 malperên înternetê hatin girtin. Polîtîkayên qeyûm ên desthilatdariyê jî êriş bir ser saziyên serbixwe. Rêveberê Weşana Giştî ya TELE1 Merdan Yanardag kete ber lêpirsînê û bi hinceta lêpirsîna “sîxuriya siyasî” 24’ê Cotmeha 2025’an qeyûm li ser qenalê hate danîn. Piştî salekê di 14’ê Cotmeha 2026’an de vê carê serdegirtin li navenda Halk TV a li Stenbolê hate kirin û bi tayînkirina qeyûm weşana wê hate rawestandin.
Pêşeroja Bûyeran
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel mijar nirxand û got, “Weke li tevahiya cîhanê li Tirkiyeyê jî saziyên çapemenî û weşanê weke hêzeke bi bandor li pêşiya me radiwestin.”
Çavkanî: ANF Kurmancî