Li Îtalyayê ji Tevgera Pênc Stêrk (M5S) Stefania Ascari û nûnerên Tifaqa Kesk-Çep û Partiya Demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, bang kirin ku azadiya Rêber Apo pêk were û siyaseta demokratîk were meşandin.
Li Îtalyayê siyasetmedaran diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya navbera hikûmeta Tirkiyeyê û gelê Kurd divê bi gavên şênber pêş bikeve û bang kir ku divê azadiya Rêber Apo pêk were.
Ji M5S’ê parlamenter Stefania Ascari 20’ê Cotmehê li Montecitorio ya li Romayê di civîna çapemeniyê ya têkildarî pêvajoya aştiyê de axivî û got, divê mafên gelê Kurd bên naskirin da ku bikarin ziman û çanda xwe bidin jiyîn, nûnerên xwe hilbijêrin û siberoja xwe diyar bikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî