9 Ekim 2026, Cuma

DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) di salvegera 29’emîn de yek ji pêşengên rojnamevgeriya jinên Kurd Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî. Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Gurbetellî Ersozê di salvegera 29emîn a şehadeta wê de bi daxuyaniyeke niviskî bi bîr anî. DFG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Gurbetellî Ersoz weke rojnamegereke pêşeng ket … Read more

Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Ajansa Îstîxbarat û Lêkolînê ya Federal a Iraqê ragihand ku çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin ku bi sûcdariya “terorê” biryara girtina wî hebû. Ajansa Îstîxbarat û Lêkolînê ya Federal bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyonek bi hevkariya Hêzên Ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Hewlêrê lidarxistin. Hate diyarkirin ku tometbarek ku wek yek ji çeteyên metirsîdartirîn tê … Read more

MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê 8MKG) bi raporekê bal kişand ser girtin, binçavkirin, gef, doz û sansura dîjîtal a li hemberî rojnamevanên jin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin divê darizandin û çavtirsandina rojnamevanan ên ji ber çalakiyên wan ên … Read more

Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

Rêveberiya Tevgerê diyar kir ku li gel vekişandina hêzên li nava sînorên Tirkiyeyê ku ne rîsk bûn, wan 4 tunel û çeperên li Metînayê vala kirine û got, “Li pêşiya azadiya Rêber Apo û qanûnên azadiyê êdî ti astengî û hincet nemaye.” “Di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re 2 sal derbas bûn ku … Read more

Ji gaziyên Kobanê soza parastina nirxan

Rêveberiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo kesên di şerê dawî de birîndar bûne û bûne gazî civîn li dar xist. Di civînê de gazî û birîndaran soza parastina nirxên bi xwînê hatine avakirin dan. Li Kobanê ji bo kesên di şerê dawî de birîndar bûne û bûne gazî civîneke berfireh bi amadebûna rêveberên … Read more

Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan got: “Têkoşîna sala 29’an a li dijî Komploya Navneteweyî divê bibe têkoşîna mezinkirin û rêxistinkirina tevgera civaka demokratîk û serkeftina têkoşîna komara demokratîk.” Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan, di salvegera 28’an a Komploya Navneteweyî de ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest … Read more

Çalakiyên xwendekaran: Li Liegeyê qedexeya kombûnê

Şaredarê Liegeyê Willy Demeyer piştî bûyerên di dema çalakiyên xwendekaran de li navenda bajêr qewimîn, kombûna ji zêdeyî sê kesî bi demkî qedexe kir. Li bajarê Liege yê Belçîkayê, piştî bûyerên şewitandin û şer ên di dema protestoyên xwendekaran de qewimîn, Şaredar Willy Demeyer kombûna ji zêdeyî sê kesî ji sibeha Pêncşemê û pê ve … Read more

Danîmarka: Rûsya êrişên sabotajê dibe ser şîrketên parastinê

Îstîxbarata Danîmarkayê îdîa kir ku Rûsyayê li hemberî şîrketên parastinê yên Danîmarkî yên ku alavên leşkerî ji Ûkraynayê re peyda dikin, dest bi operasyonên sabotajê kiriye. Moskowê sûcdarî red kir. Li gorî Christensenê, Moskow êdî berê xwe dide wan hedefan ku karibe yekser bandorê li xeta eniyê ya li Ûkraynayê bike. Şîrketên ku alavên leşkerî … Read more

KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

Komîsyona Jîngehê ya KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi talankirina xwezayê re peymanên navneteweyî binpê dike û ji bo gaveke lezgîn û cidî bang kir. Komîsyona Jîngehê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî, gelê nîştimanperwer ê Kurdistanê û jîngehparêzan, hişyariyeke tund li ser wêrankariya jîngehî ya tirsnak … Read more

KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

KON-MED’ê destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya çareseriya demokratîk e û ji bo çalakiyên li dijî komploya navneteweyî banga tevlîbûnê kir. Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji ber salvegera 28’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li hemberî Rêber Apo hate kirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin … Read more